السبت، 28 مايو 2016

Zarên li ser rê

Franz Kafka
Franz Kafka
(3 July 1883 – 3 June 1924)
28-05-2016 















-9-
Min bihîst ku erebane yê derbas dibin di ber dergehê re, carina min ew didîtin di navbera vekirinên hêdî
hêdî- diçûn û dihatin. herdu, xwedîyên erebanan û yên ku erebane kaş dikin westiyane vê havînê!. Karker ji baxçe û xanîkên li çolê dihatin. û wisa ew vedîkarî bû.
     Ez li hêlika me ya bi çûk nûştim, hema min xwe palda bû
 li bin daran li hewşa mala dêûbavên min.
     Li derveyî dergeh ranewestîn. Zar bi kutrapan derbas bûn; erebaneya hespan bi jin û mêran ve li banî bû, û
li dûrî wê jî sîkek bilind dida ser kulîlkan; nêzî êvarê min mirovek dît bi ço hêdî hêdî birêve diçû seyranê, û
zok keçik, dest çinkil kiribûn rastî wî hatin, xwe da alîyekî rê bi ser çawîrê de, silav da û derbas bû.
    Niha çûk şa firîn jor, ez bi çavên xwe bi dû wan ketim û dît, çawa ew li bêhnekê hildikişin, ta ku min bawer nekir ku ew in, yên ku hildikişin jor, lê ez bûn yê ku ketiye jêr, û di sistîya xwe de min bi bên girt û hêdî hêdî xwe hêl kir. Pişt re min xwe bi lez hêl kir, ba sar dihat, ji bilî wan çûkan stêrkin dibirûsin hatin asîmên.
    Li ber wê şewqê min xwerina xwe ya şev xwer. Li demek dirêj ez li ser çogan rûniştim li ser pelên darê û westîyayî jî min nanê xwe cût. Û perdeyên kufkî derin û tên di nîvê germê de, û min hinekî ew wêde dan ku yekî bibînim, yê ku bi derve de tê, min bitaqet bi wan girt, ku ew baş ji min ve were xuya, û bi min re biaxive. Jiber ku ronîya pir derbas bû, û di nav bîna genî ya dûmanekî reş de mêş bi dorê ketin. Dema yek li wir di pencerê ji min pirsî, min lê meyizand, wek ku min li çiyayan an li asîmên  meyizand, û qet wî dev ji bersivê berneda.


-10-
    Dema yekî xwe ji pencerê çekir û gilî kir, kesên din jî li derveyî hewşê bûn, ez rabûm ser xwe bi "nirînek mixab" li wî.
    "Lê çima tu mixabinî dinêre? çi buye? ma neçêyî buye bi tiştekî? Ma em qet nikarin ji vê yekê derkevin? Her tişt têk çuye niha?"
    Tişt xirab nebûbû. Em li derveyî hewşê beziyan. "Mala xwedê ava be, ku li dawî wûn gihan wir!" - " Hertim tu dereng tê!" - " Çima niha sebeb bû ez?" - "Bi taybet tu, li mal be eger tu naxwaze bi me re bê." - "Bexşandin nîne!" - "Çi? bexşandin nîne? Ev çiye tu dibêjî?"
    Em ser bilind ketin şevê. Ti tişt tine bû nav şev an roj. Nêzî wê morîkên kurtikên me yên pî qut li hevdu diketin wek şîqşîqa diranan, pişt re em beziyan bi ew valehîya di navbera me de, bi devên şewitî wek ew ajalên li berîyê. Wek parestê sîng di şerên berê de, bi kutrepên bi hêz bi banî de, me hêşt ku dakevin kolanên birêvaçûnê yên teng, û bi bez hilkişîyan şivîlê. Hin şimitîn bin kendalan, hema dibûn ku wenda bibin di piş himbekên tarîyê de, wek ew kesên xerîb li jor rawestîbûn li ser şivîlê û li jêr dinêrîn.
    " Dakeve jêr lo!" - "Ka tu hilkiş jor!" - "Jiber ku wûn karibin me bavêjin jêr, qet nebêje em çiqas diêşin." - "Wûn ditirsin, ne wisa. Werin lo, werin!" - "Çi? Wûn? Wûn dê me bavêjin jêr? nexwe em ê we çêkin!"
    Em çûn lêdanê, sîng bi sîng em çûn hevdu û me hevdu êxist ser çawîra xendekên rê, bi têkçûnekê û bê sedem. Li hemû derê jî germ bû, em bi germê nehesiyan, ne sar, tenê meriv westîya bû.
    Dema meriv xwe bi alîyê rastê de badide, û dest dide bin kerkê, hema xewa meriv tê. Bi zorê meriv dikare serê xwe rake. Yek dixwaze xwe bi destan bavêje ber bê, û bi lingên vekirî misoger bikeve xendekek kûrtir. Û ji wê qet dilê meriv nedixwast dev berde.

-11-
Çawa meriv dikare xwe di xendeka dawî de palde ku rakeve û baş xwe rakişîne, bi taybet kabên xwe, qet meriv bi vê nediramî niha, meriv xwe palde, bêtir gerek bigirîne, wek yekî nexweş pişt diêşe. Merivan çav dikirin hevdu, dema zarokek bi çogan û lingên qirêj xwe di ser me re ji keleman davêjt ser rê.
    Hêv hema bi bilindîyek hindik dihate xuya, erebaneyek posteci derbas bû di wê ronîyê re. bayek nerm hat di hemû derê re, û di jêrî kendalê rê re jî, meriv dikarî pê bihesiya, û li nêz wir daristanê dest bi guvguvan kir. Jiber wê meriv pir nedihesî ku bi tenêyî.
    "Wûn li kur in!?" - "Werin pêş!" - "Hemû bi hevdu re!" - " tu xwe ji çi vedişêre, dev ji henekan berde!" - "Wûn nizanin, ku berê post hatiye vir?" - "Bê henek! hatiye wir?" - "Bi gelenperî, û tu di xew de bû, ew çû." "Ez raketî bûm? Bê henek û tirqî!" - "bese lo, meriv dikare li ser rûyê te bibîne." - "Niha dibe tu bibore." - "were!".
    Em beziyan nêzî hevdu, hinan bi destên hevdu girt, meriv nikari bû serê xwe bêtir rake jor,  jiber ku ew niha daket jêrî kendêl. Xistinek bi tenê li hevdu, qêrînek şervanekî hîndî, me bazda li ser lingan wek ku qet me cara wisa nekiriye(me got lingino qurban), bi her avêjtinekê re ba li qalçeyên me diket. Ti kesî nikarî em bigirtana, em baş beziyan, me dev li ser hevdu dina û destên me di bin çengan de, û hêdî xwe ji piş ve didît.

    Em li ber pira ber gir rawestîn; Yên em derbas kirine bi şûn ve hatin. Av li jêr li keviran û damaran dikeve, wek ku ew qet ne derengîya şevê bû. Ti sedem tine bûn, ku ti kesî xwe neavêjt jor ser derebzûnê pirê.
    Ji piş darên kenarên rê ji dûr ve tirênek hat, hemû malikên tirênê ronahî bûn, pencere daketî bûn. Yekî ji me dest bi sitranek berê kir, lê me hemûyan dixwast bistirên. Me bi birêveçûna tirênê leztir stirand, me xwe bi destên hevdu ve hêl kir, jiber ku deng bi tenê têrê nedikir, dengên me ne pir ji hevdu dûr bûn, hêşt ku meriv pê bihese ku wek hevdu dihatin bihîstin. Dema meriv dengê xwe tevlî dengê din dikirin, dibe wek ku meriv bi çengilekî masîyan bikeve.



-12-
    Û wisa me sitrand, daristan li pişta me, û bi çûndina dengên birêveçûna wan kesan ji guhên me. Yên mezin çavên wan li ser gund bûn, dayîkan textên xewê serast dikirin bo şevê.
     Hema dem gêştî bû. Min ew ramûsand, ewê hêrî nêzî min rawestiye, sisîyên din dest dirêj kirin, dest bi beza bi şûn de kirin, kesî bang li min nekir. Li ber baxçê yekem, dera ku ew nema dikarin min bibînin, min xwe daxist û bi şûn de bazda di şivîlê re ta daristanê. Armanca min bajarê başor bû, yê ku navê xwe li gund:
    "Heye miletek!, zanibe, ew ranakevin!"
    "Û çima na, lo?"
    "Jiber ku ew nawestin."
    "Û çima na, lo?"
    "Jiber ku ew hinekî pepûk in"
    "Ma pepûk qet nawestin?"
    "Çima gerek pepûk biwestin!".

 __________________________________________
Wergerandin ji danîmarkî, ji alîyê min ve.
Darakurdo, kopîkirina bêyî bi navkirina çavkanîyê qedexe ye.
Çavkanî: Kurte çîrok, Dommen og andre fortællinger, Franz Kafka, printed in Danmark 1998, Viborg. s.9.10.11.12.

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق