Dîwana “Mirovên Tazî” – Wergerandin ji alîyê: Dara Kurdo
Gustaf Munch -Petersen Bi Kurdî 2 – Dara Kurdo Wergerand
EW
Ne ew ramana ye
ku niha ez li ser keviya rê me
Ku kulîlk ê mezin dibin, û çawîr tersa gavê dimije
Û kevir tîna rojê davêje
lê ew e, ku ez dizanim, ku ez î şaştiyekê dikim
Ku zêrzebiyek heye
Ku divê ez biçim, û dîwarên çiya li kêleka min nêz bibin, her dûr be her ez digihêm
Ku keviya rê zehmet bibe, û çîk bêtir dibjiqin
Û çawîr zer bibe, her roj nêzîk dibe
MIROV
Mirovo, ku tu bi hêz î, û gellek kes guh didin te
bi ya te dikin, an tu bi çûk û bê hêz î
Ku tu hişmend î an bê aqil î
kî dikare bêje “Na” ji tiştên din re di jiyanê de, ne kesek
Çiya bilind û nizm in, gul sor û bi bêhn in
lê dibuhorin û zer in, ne ew e
Lê, ku tu xweşîyê ji xwe re bivî, û di nîvê mestbûnê de hêstiran berdî
ku tu bikaribe hez bikî, û ji êşa xwe sitranekê ji jiyanê re dibêjî.
LISBETH
Tu erebaneyek bi çûk e, yeke bi zengil
Hêdî hêdî û geş hespê wê diçe, roniya roj dibiriqe ser ruyê siwarê erebanê
sipehiya dar
Mirovên kêfxweş
Tîtîq
Mirov û çixarê, jin û tormûsê kafê
….
Şemî ye helbet
MISOGER
Min xwe ji aliyê reşiyê avêjt aliyê din, û ez qerimîm
min lêxist
min berda
min ji wan dizî, yên dixwastin min bixapînin
Ez pîs û dîn bûm, ti jin bi min re nekenîn
min li demhijmêra di destên xwe de nêrî
û li jiyana xwe ya çûyî giriyam
.lê, rojê rûyê min lewitandi bû, min li jor niriya û niriya, ku ez dijêm
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق