Ez nizanim, "Bê deng ez qêrîyam", lê belê ez nizanimdema tiştek neyê, netiştek tê hema
Min ti tiştî ne baş nekir, kesî bi min ti tiştî ne baş nekir, lê ti kesî naxwast alîkarîya min bike
Tenê "Ne tişt" alîkarîya min dike -, û îla "Bê çarîyê- bê rêtî" wê şêrîn bixewin. Min hinekî dixwast- çima na - ku derketinek derve bibe bê"hemû rê" be, bi taybet ser çiyan, qey bi kur de be gerek? dera "ne hemû" rê xwe ber hevdu didin, ev hemû mil xwe dirêjî hevdu dikin, ev hemû pê xwe kingav davêjin
Ew ji hevdu fehm dikin, ku hemû veşart î û sipehî ne
Em wisa birêve diçin"bila bila bila...", ba di valahîyan re derbas dibe, wek em û perçeyên laşên me. Deng azad dibe li ser çiya! tiştekî ecêb e, ku em nastirin
__________________________
Ji danîmarkî hatiye wergerandin ji alîyê min ve, Ⓒ Darakurdo kopîkirina bêyî ku çavkanîya wergerê were bi nav kirin qexe ye
:Çavkanîya kurte çîrokê
Franz Kafka, Dommen og andre fortællinger,3.udgave, printed in Danmark1998, s.18
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق