الجمعة، 27 مايو 2016

"RÊYÊN VEKIRÎ"


Car car rêyên min qut bûne
Car car min rê şaş kirine, û ez li ser stûyê xwe vegerîme
Ez westî me li rêyan
Rûniştime ta bêhna min fereh buye
Li hin rêyan ez çûm û vegeriyam gellek caran bi rojê
...Bêjin min
Çima dema yar diçin, rê li pîşa wan qut nabin
Çima bi rêyek şaş de naçin, ku ew rê wan ji me dûr nexin
...Bêjin min
Çima yên diçin bi carekê, ew nawestin
Çima hinekî li nîvê rêyên çûndinê bêhna xwe fereh nakin
Car car kesan em li rêyan girtine, û gotine me wûn bi kur ve diçin
Zêr û zîv birine, û em li rê vegerandine
...Bêjin min
Çima kes li ser rêyên wan, yên ji yarên xwe diçin der nakevin
Çima dilê me ji wan nastînin
Çima kenê me ji ser lêvên wan danaweşînin
...Bêjin min
Car car we digote min, neçe, baran ê tê
We digote min, neçe, roj hênik bibe, germ e niha dunya
Car car ez çûm û li nîvên rê vegerîyam, baran barî
Çima tu nebarî baranê wexta ew diçû
Ey tirênê
Ey poşmanitîyê
.Carekê jî bila tu ji bo min be, ku ew vegeriya li rê


ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق