الجمعة، 27 مايو 2016

Helbestvanek Min Dît


HELBESTVANEK MIN DÎT 
Li kolanê helbestvanek min dît
Ji lûsê ramana xwe direvî
Ji êşa xwe baz dida
Bi xas ketibû rê û diçû
Pênûsa xwe wek şûrekî hildida jor û direvî
Şûna gule û xençeran li ser rûyê wî bû
Cilên xwe diqetandin û diçû
Bi ser çepê dilê xwe de dikulî
Babelîska rûpelên zer, ji nivîsên wî bi dorê ketibû
Baz dida…
Radiwestî, ku hinekî bigirî
Baz dida
Radiwestî, ku hinekî biqêrî
Û birêveçûna xwe berdewam dikir.
Li kolanê helbesvanek min dît
Bi dîwanê xwe sond dixwer û digot:
Hawar, hawar…
marek ketiye lûsa ramana min”.
Li kolanê helbesvanek min dît
Nîv meriv mabû
Agir bi rû katibû
wek ocaxekî bûbû, rûpelan xwe yek û yek li ser dişewitîn
Li ser çepê dilê xwe dikulî
Welatek li pê xwe dixuşand û direvî.

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق