Ya
xwedê rast e, ku ez nimêj nak
Her tim du`eyên min yê ji bo te bana
Belkî ez bibama meleyek jî
dengê min ê ji gewrîya mizgeftan hilkişiya asîmanan
duayek ji bo milet û sed jî ji bona te
Ji bona te min ê ramûsana bê ferman bikira helal
Min ê navê te di ser 99 morîkên tizbîya xwe kira
ku bi hejmartina navê te ve, ew bibana sed
Û min ê du´eya xwe ji xwedê bixwasta
Her carekê bigota
."Xudêyo, ya sedî bi cih bîne, 99 jî bila qet tine
bin"
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق