Êkin serridî bûn, deşt bi bijîgewrên gênim wek avek meyî dihate xuya, lê, dîsa jî ew tî bûbû. Li ber serê her erdekî darek hebû, da ku cotkar li payîzê nanê xwe li bin bixwen, û li havînê palevan ava sar vexwen. Çûkê çêlikên xwe mezin dikirin, mişk ji seriyekî êrd diçûn serîyê din, êdî sebra wan nema bû, li benda mûsimê bûn, te digot qey wan ew çandiye, qey ew xwedî erd in. Bihîstina hatina havînê nû di nav maran de belav bûbû, çêlikmaran digotin em ê derên, tofanan digotin "na" belkî dîsa serma were, hîn wan baweriya xwe bi germê nekiri bûn.
Li ser zik min xwe avêjtibû sîka darê û bi te ez mijûl bûm, min digot sibe em ê dîsa werin bin vê darê, te digot "na", du sibeyan. Ba bi kur de diçû û dihat, ew darûber hemû berê xwe wir de dikir, her ku ba ber me dihat, gênim serîkên xwe pevde berve me hildidan, çûk berve me difirîn, dar berve me dihezîn, berê çiyayê Hewarê pevde berve min û te dibû.
Ew çol li halê xwe şa bû, ez û te li halê xwe, û milet li halê xwe xwe amade dikir. Hêl-hêlên wan boyî amadebûnê nedigihêjtin deştê, serikên gênim qet vîvîza tûjkirina dasikên palê nedibihîstin, rêya êrdan qet nizanîbûn ku hin cîranan hespekî xwe din kirîne, tayên gênim qet nedibihîstin ku milt î werîsan bo cerceran dirise...
Patoz hatin, cercer loqbûn, derrase geriyan, û ew gênim hilat, bû pirêzeyek vala wek sîngê min ma...
Çûkê çêlikên xwe bi firê xisti bûn û ji wir çû bûn, erd bûbû serrad bi qulikên mişkan, vizviza kulî li şûn dengê tivîrkê dihat, roja sêşemê bû, du rojan berî wê jî, tu çû bû.