الثلاثاء، 26 يوليو 2016

Li "Gelîyê Ziving"


Êkin serridî bûn, deşt bi bijîgewrên gênim wek avek meyî dihate xuya, lê, dîsa jî ew tî bûbû. Li ber serê her erdekî darek hebû, da ku cotkar li payîzê nanê xwe li bin bixwen, û li havînê palevan ava sar vexwen. Çûkê çêlikên xwe mezin dikirin, mişk ji seriyekî êrd diçûn serîyê din, êdî sebra wan nema bû, li benda mûsimê bûn, te digot qey wan ew çandiye, qey ew xwedî erd in. Bihîstina hatina havînê nû di nav maran de belav bûbû, çêlikmaran digotin em ê derên, tofanan digotin "na" belkî dîsa serma were, hîn wan baweriya xwe bi germê nekiri bûn.
Li ser zik min xwe avêjtibû sîka darê û bi te ez mijûl bûm, min digot sibe em ê dîsa werin bin vê darê, te digot "na", du sibeyan. Ba bi kur de diçû û dihat, ew darûber hemû berê xwe wir de dikir, her ku ba ber me dihat, gênim serîkên xwe pevde berve me hildidan, çûk berve me difirîn, dar berve me dihezîn, berê çiyayê Hewarê pevde berve min û te dibû.
Ew çol li halê xwe şa bû, ez û te li halê xwe, û milet li halê xwe xwe amade dikir. Hêl-hêlên wan boyî amadebûnê nedigihêjtin deştê, serikên gênim qet vîvîza tûjkirina dasikên palê nedibihîstin, rêya êrdan qet nizanîbûn ku hin cîranan hespekî xwe din kirîne, tayên gênim qet nedibihîstin ku milt î werîsan bo cerceran dirise...
Patoz hatin, cercer loqbûn, derrase geriyan, û ew gênim hilat, bû pirêzeyek vala wek sîngê min ma...
Çûkê çêlikên xwe bi firê xisti bûn û ji wir çû bûn, erd bûbû serrad bi qulikên mişkan, vizviza kulî li şûn dengê tivîrkê dihat, roja sêşemê bû, du rojan berî wê jî, tu çû bû.

الجمعة، 22 يوليو 2016

Neyînî

Franz Kafka 1883- 1924













Dema ez rastî keçek xweşik têm, û jê re dibêjim:
"Bi destora te, ka wer biçe bi min re", û ew bê deng di kêleka min re derbas dibe, yanê hew ew ji min re dibêje:
"Tu ne begekî nav şêrîn e, tu ne emerîkîyekî bi kultûrê hindî ye, ne yekî şav melûl î, ne çerm hilû nazî, ti carî tu neçuye ber ew golên avê yên mezin, û li wir, li wa derê ku were dêtin. Yanê divê ez bêjim: Çima keçek wek min xweşik divê bi te re biçe?"
"Tu ji bîr dike, ku tu ne di otomobîlek li kolanek dirêj tê hêl kirin; ez nabînim ku tu wek began e, yên ku cilên wan hevgirtî; memikên te tam li bercilê binî hatine, lê qît û ranên te wek kesên xwe ji şabûnekekê bi şûn de didin bûne; tu bi rêve diçe bi kirasê xewê ê bi kaxazan lihev hatiye malî kirin, wisa wek payîza berê ji boyî me hemiyan xweş bû, û werhasil baş e ku neqenciya jihanê li ba te heye- tu bi kê û ji kê re dikenê"
"Erê, ya me herduwan rast e, û jiber tiştê nayê neînî ku dihêle em bizanibin, em dikarin, ne rast e, gerek her kes bi rêya xwe de biçe malê".
________________
Çavkanî: Dommen og andre fortellænger, Franz Kafka, på dansk Villy Sørensen 1998, 3.ud, 2.oplag, denamrk.
Wergerandina ji danîmarkî ji aliyê min ve Dara Kurdo.

الجمعة، 15 يوليو 2016

?Helbestvan çî ye



Mirovekî xemgîn e, yê ku êşên kûr di dil de vedişêre, lê, lêvên wî bi vê rengî çê bûne, ku bayê keser û 
qêrînan tê bi ser de, tê xuya ku ew wek mûsîkek xweş e. Ya dike ku ew xemgîn e, di werzekî çêlan de, hêdî hêdî diêşe wek gotinên ji êgir werin gotin, ew qêrînên wan nikarîbûn bigihêjtana guhên gayan ku wan bitirsînin, ji wî re wek mûsîkek xweş e
Qelfên mirovan li serê helbestvên kom dibin û dibêjin: Dîsa bistire lo!, wek were gotin, xwezî êşên nû canê te biêşînin, û xwezî lêv pirpitî wek xwe bimînin; jiber ku qêrînê, dê em bitirsandana, lê mûsîk xweş e.  û rexenvan ber ve tên, û dibêjin: Ev tişta rast e, û wisa be gerek, ligor qaîdeyên ilmê bedewitîyê
Niha me ew fehm kir, ku rexnevanek jî wek helbesvanekî ye, bi qas tayê mû wek hev in, li ba wî tişt ji bilî êşa dil tine ye, li ser lêvan mûsîk tine ye. Binêr, jiber wê ez dixwazim karkerek bim, berazan xwedî bikim li bajarê Amagerbro û ji berazan ve werim fehm kirin, çêtir e ku ez helbestvanek bim û ji mirovan ve şaş bêm fehm kirim 
_____________________________________

 Ji danîmarkî hatiye wergerandin ji alîyê min ve,  Darakurdokopîkirina bêyî ku çavkanîya wergerê were binavkirin qexe ye
:Çavkanî
http://sks.dk/EE1/txt.xml#ss27 
  Ji pirtûka Søren kierkegaard(Sêurin kêyêrkegard) Enten - Eller, perçeyê ewil

الثلاثاء، 12 يوليو 2016

Hinek ji gotinên hin fîlozofên Roma û Yonanistanê


Ersto(Aristo - 384 B.Z):
- Mirov berî evînê tiştek e, dema ew bi evîndarî tiştek e, û piştî evînê ne tiştek e.
- Evîn wek agirê şer e, tu dikare vêxe, lê nikare vemirîne.
- Hevalê hemîyan, ne hevalê ti kesî ye. 
- Tiştê her zehmet di jiyanê de, ku tu xwe nas bike.
____________________________
Sokrat(Socrates - 399 B.Z):
- Jin rêderên her şerî ne.
- Min jê re rojekê got:
Yê ku mirov dixwaze ku jinek wî fehm bike
Bi ser min de qêrî û got:
Yê ku jin dixwaze ku mirov jê wê hez bike.
- Bizewice, eger jinek baş bi dest te ket, tu wê şad bijî, eger ne baş bû, tu wê bibe fîlozof.
- Zanebûn çêrkîniya dike bedew, lê bedewî nikare çareyekê ji cihêletê re bibîne.
- Ez mirovekî paqij bûm, lewra ez nebûm siyasetmedar.
_____________________________________________
Hîrodot(Herodotus -484 B.Z):
- Di dema aştiyê de zar bavên binax dikin, di demên şer de bav zaran binax dikin.
- Ku meriv hesûdiyan li te bikin, çêtirî ku dilê wan ber te keve.
- Şert û mercên jiyanê meriv digirin, lê meriv nikare bi wan bigire.
________________________________________________
Efletûn(Plato - 427 B.Z):
- Evîn nexweşyek mêjî a pêtal e.
- Ramandin axaftina can e.
- Demê destê meriv digehê evînê, dibe helbestvan.
- Armanca wêje, ku meriv berî hertiştî ji xwe fedî bike.
- Eger ji asîmên azadî bibare, berî koleyên sîwanan vegirin.
________________________________________________
Sofoklîs(Sophocles -496 B.Z):
- Peyvek tenê me ji êş û derdên jiyanê sefiraz dike, ew jî "Evîn e"
- Her ku tiştên meriv ji ber ve fedî dike bêtir bûn, meriv ji kemaliyetê ve nêzîk dibe.
- Tenê dem merivê qenc dide xuya, lê yê ne qenc "rojek tenê" bes e ku rûyê xwe din xuya bibe.
- Xaleyek heye, piştî wê ta edalet dîsa ne edalet e.
- Bext nikar tiştekî ji kesên tiştekî nakin re bike.
- Derew najê ta ku pîr bibe.
- Hişmedî ji her şoreşê baştir e.
- Mirin kesên pêtal nabê, tim yê qenc vediqetîne.
_______________________________________
Ûvîd(Publius Ovidius Naso -43 B.Z):
- Kerahet mêrkuj e û evîn jinkuj e.
- Yê bawer bike ku rewşa wî baş e, dê rewşa wî baş be.
- Hinekî bêhna xwe fereh bike, erdê vehesî bêtir gênim dide.
____________________________________________
Şîşron(Cicero - 106 B.Z):
- Tiştê em fedînakin ku pê bifikirin, divê em fedî nekin ku pê biaxivin.
- Di urta çekan de, qanûn dîl dibin.
- Yê ku dîrokê nexwîne, herdem dê zar bimîne.
- Kujer li felsefê nagerin, lê li qezenca xwe digerin.
- Ramandin, azad e.
- Derewcî, ta rastiyê bêje jî nayê bawerkirin.
- Hinek ji wexta te ji bo heval û dostan, û hinek ji bo malbetê, û hinek hêdîbûn ji boyî te, pişt re ji pêşverojê netirse.

الأربعاء، 1 يونيو 2016

Bela serê cehêl

02-06-2016

Dibêjin ku gellekî ters be, ku tu bixe serê xwe ku bibe cehêl, wek mirovekî kal tenê bi erkên neqencî, ku li ber hin kesan bigere bo qebûlkirina qedandina şevek bi hevdu re, ku tu nexweş be û bi hefteyan ku li odeya vala binêre ji quncê textê xwe ve, her tim ku tu xwe ji derîyê derve bi dûr bixe, qet nexwaze ku bi jina xwe re derkeve ser balkonê, tenê ku derîyekî li kêlekê li odeya xwe hebe ku bi malên xerîb re der keve, at xwerina xwe ya êvarê bi destekî rake, ku ji zarên xerîbe veciniqe, û sozê nikaribe bi dest xwe ve bîne ku li dûhevdu bêje: "Ti kesî min tine ye", ku xwe û bejna bigehure, piştî guhartina ciwaniyê, ku buye cehêlekî din an du cehêl

Û wisa dê bibe, tenê bibe rastî, niha îro û pişt re ku bi tena xwe li ser lingan bisekine, bi laşekî û seriyekî rastî, û eniyekê jî helbet, ku meriv 
karibe li serê xwe xe
_____________________________________

 Ji danîmarkî hatiye wergerandin ji alîyê min ve,  Darakurdo kopîkirina bêyî ku çavkanîya wergerê were bi nav kirin qexe ye
 :Çavkanîya kurte çîrokê

Franz Kafka, Dommen og andre fortællinger, s.19,3.udgave, printed in Danmark1998

WELATO

03-01-2016

Welato
Niha tu dikare baş rakeve
Çireyên quncikên kolanên te baş dikarin bişewitin
Niha jinên te wek hevdu bûn
ne zarên jinên qisir hene, ne zarên jinên avis man
Mirovên te wek hevdu bûn
ne pereyên zengînan man, ne yên feqîran
ne yên wêrek dikarin tiştekî bikin, ne yên newêrek
Malên te wek hevdu bûn
yên nû wek yên kevn gule li enîyê ketin
Welato
Ez û tu jî wek hevdu man
mrinekê em li xwe par kirin
nîvê mirinê ji bo min, nîv ji bo te

.û em herdu nîvkuştî man

الثلاثاء، 31 مايو 2016

Eger te wisa nekiribe

 14salîya min/1998
31-06-2016
(Ristina teşî umrek jê re divê)

Heger te sîng nekiribe kutuk ji şewatê, birêveçûna hertim li pê merivan di rêyan re te nagihînin ti deran, heger te taqim derbas nekirin, û xwe li nav boran baneda û bi tenê sîngê jiyanê neqelaşt û rêyek xwe venekir
Tuwê çawa karibe di jiyanek wisa de bijî
Eger tu li kenê ti kesî negirî be
Û ji kenê xwe te girîyekî bê deng ne ristibe
.Eger tu nemiribe ji derdên vê jiyanê
tuwê çawa karibe tê de bijî
______________________________
, Wêne sala 1998 li Helebê, taxa Eşrefîyê, li dibistana Ebullatîf Ne´enei, li rastê min hevalekî ji gundêQestel Eljindo bi nav "Fîras Sîdo

الاثنين، 30 مايو 2016

Derketinek çiya



Franz KAfkaEz nizanim, "Bê deng ez qêrîyam", lê belê ez nizanim
dema tiştek neyê, netiştek tê hema
Min ti tiştî ne baş nekir, kesî bi min ti tiştî ne baş nekir, lê ti kesî naxwast alîkarîya min bike
Tenê "Ne tişt" alîkarîya min dike -, û îla "Bê çarîyê- bê rêtî" wê şêrîn bixewin. Min hinekî dixwast- çima na - ku derketinek derve bibe bê"hemû rê" be, bi taybet ser çiyan, qey bi kur de be gerek? dera "ne hemû" rê xwe ber hevdu didin, ev hemû mil xwe dirêjî hevdu dikin, ev hemû pê xwe kingav davêjin
Ew ji hevdu fehm dikin, ku hemû veşart î û sipehî ne
Em wisa birêve diçin"bila bila bila...", ba di valahîyan re derbas dibe, wek em û perçeyên laşên me. Deng azad dibe li ser çiya!
tiştekî ecêb e, ku em nastirin
 __________________________
 Ji danîmarkî hatiye wergerandin ji alîyê min ve,  Darakurdo kopîkirina bêyî ku çavkanîya wergerê were bi nav kirin qexe ye
 :Çavkanîya kurte çîrokê

Franz Kafka, Dommen og andre fortællinger,3.udgave, printed in Danmark1998, s.18

السبت، 28 مايو 2016

Zarên li ser rê

Franz Kafka
Franz Kafka
(3 July 1883 – 3 June 1924)
28-05-2016 















-9-
Min bihîst ku erebane yê derbas dibin di ber dergehê re, carina min ew didîtin di navbera vekirinên hêdî
hêdî- diçûn û dihatin. herdu, xwedîyên erebanan û yên ku erebane kaş dikin westiyane vê havînê!. Karker ji baxçe û xanîkên li çolê dihatin. û wisa ew vedîkarî bû.
     Ez li hêlika me ya bi çûk nûştim, hema min xwe palda bû
 li bin daran li hewşa mala dêûbavên min.
     Li derveyî dergeh ranewestîn. Zar bi kutrapan derbas bûn; erebaneya hespan bi jin û mêran ve li banî bû, û
li dûrî wê jî sîkek bilind dida ser kulîlkan; nêzî êvarê min mirovek dît bi ço hêdî hêdî birêve diçû seyranê, û
zok keçik, dest çinkil kiribûn rastî wî hatin, xwe da alîyekî rê bi ser çawîrê de, silav da û derbas bû.
    Niha çûk şa firîn jor, ez bi çavên xwe bi dû wan ketim û dît, çawa ew li bêhnekê hildikişin, ta ku min bawer nekir ku ew in, yên ku hildikişin jor, lê ez bûn yê ku ketiye jêr, û di sistîya xwe de min bi bên girt û hêdî hêdî xwe hêl kir. Pişt re min xwe bi lez hêl kir, ba sar dihat, ji bilî wan çûkan stêrkin dibirûsin hatin asîmên.
    Li ber wê şewqê min xwerina xwe ya şev xwer. Li demek dirêj ez li ser çogan rûniştim li ser pelên darê û westîyayî jî min nanê xwe cût. Û perdeyên kufkî derin û tên di nîvê germê de, û min hinekî ew wêde dan ku yekî bibînim, yê ku bi derve de tê, min bitaqet bi wan girt, ku ew baş ji min ve were xuya, û bi min re biaxive. Jiber ku ronîya pir derbas bû, û di nav bîna genî ya dûmanekî reş de mêş bi dorê ketin. Dema yek li wir di pencerê ji min pirsî, min lê meyizand, wek ku min li çiyayan an li asîmên  meyizand, û qet wî dev ji bersivê berneda.


-10-
    Dema yekî xwe ji pencerê çekir û gilî kir, kesên din jî li derveyî hewşê bûn, ez rabûm ser xwe bi "nirînek mixab" li wî.
    "Lê çima tu mixabinî dinêre? çi buye? ma neçêyî buye bi tiştekî? Ma em qet nikarin ji vê yekê derkevin? Her tişt têk çuye niha?"
    Tişt xirab nebûbû. Em li derveyî hewşê beziyan. "Mala xwedê ava be, ku li dawî wûn gihan wir!" - " Hertim tu dereng tê!" - " Çima niha sebeb bû ez?" - "Bi taybet tu, li mal be eger tu naxwaze bi me re bê." - "Bexşandin nîne!" - "Çi? bexşandin nîne? Ev çiye tu dibêjî?"
    Em ser bilind ketin şevê. Ti tişt tine bû nav şev an roj. Nêzî wê morîkên kurtikên me yên pî qut li hevdu diketin wek şîqşîqa diranan, pişt re em beziyan bi ew valehîya di navbera me de, bi devên şewitî wek ew ajalên li berîyê. Wek parestê sîng di şerên berê de, bi kutrepên bi hêz bi banî de, me hêşt ku dakevin kolanên birêvaçûnê yên teng, û bi bez hilkişîyan şivîlê. Hin şimitîn bin kendalan, hema dibûn ku wenda bibin di piş himbekên tarîyê de, wek ew kesên xerîb li jor rawestîbûn li ser şivîlê û li jêr dinêrîn.
    " Dakeve jêr lo!" - "Ka tu hilkiş jor!" - "Jiber ku wûn karibin me bavêjin jêr, qet nebêje em çiqas diêşin." - "Wûn ditirsin, ne wisa. Werin lo, werin!" - "Çi? Wûn? Wûn dê me bavêjin jêr? nexwe em ê we çêkin!"
    Em çûn lêdanê, sîng bi sîng em çûn hevdu û me hevdu êxist ser çawîra xendekên rê, bi têkçûnekê û bê sedem. Li hemû derê jî germ bû, em bi germê nehesiyan, ne sar, tenê meriv westîya bû.
    Dema meriv xwe bi alîyê rastê de badide, û dest dide bin kerkê, hema xewa meriv tê. Bi zorê meriv dikare serê xwe rake. Yek dixwaze xwe bi destan bavêje ber bê, û bi lingên vekirî misoger bikeve xendekek kûrtir. Û ji wê qet dilê meriv nedixwast dev berde.

-11-
Çawa meriv dikare xwe di xendeka dawî de palde ku rakeve û baş xwe rakişîne, bi taybet kabên xwe, qet meriv bi vê nediramî niha, meriv xwe palde, bêtir gerek bigirîne, wek yekî nexweş pişt diêşe. Merivan çav dikirin hevdu, dema zarokek bi çogan û lingên qirêj xwe di ser me re ji keleman davêjt ser rê.
    Hêv hema bi bilindîyek hindik dihate xuya, erebaneyek posteci derbas bû di wê ronîyê re. bayek nerm hat di hemû derê re, û di jêrî kendalê rê re jî, meriv dikarî pê bihesiya, û li nêz wir daristanê dest bi guvguvan kir. Jiber wê meriv pir nedihesî ku bi tenêyî.
    "Wûn li kur in!?" - "Werin pêş!" - "Hemû bi hevdu re!" - " tu xwe ji çi vedişêre, dev ji henekan berde!" - "Wûn nizanin, ku berê post hatiye vir?" - "Bê henek! hatiye wir?" - "Bi gelenperî, û tu di xew de bû, ew çû." "Ez raketî bûm? Bê henek û tirqî!" - "bese lo, meriv dikare li ser rûyê te bibîne." - "Niha dibe tu bibore." - "were!".
    Em beziyan nêzî hevdu, hinan bi destên hevdu girt, meriv nikari bû serê xwe bêtir rake jor,  jiber ku ew niha daket jêrî kendêl. Xistinek bi tenê li hevdu, qêrînek şervanekî hîndî, me bazda li ser lingan wek ku qet me cara wisa nekiriye(me got lingino qurban), bi her avêjtinekê re ba li qalçeyên me diket. Ti kesî nikarî em bigirtana, em baş beziyan, me dev li ser hevdu dina û destên me di bin çengan de, û hêdî xwe ji piş ve didît.

    Em li ber pira ber gir rawestîn; Yên em derbas kirine bi şûn ve hatin. Av li jêr li keviran û damaran dikeve, wek ku ew qet ne derengîya şevê bû. Ti sedem tine bûn, ku ti kesî xwe neavêjt jor ser derebzûnê pirê.
    Ji piş darên kenarên rê ji dûr ve tirênek hat, hemû malikên tirênê ronahî bûn, pencere daketî bûn. Yekî ji me dest bi sitranek berê kir, lê me hemûyan dixwast bistirên. Me bi birêveçûna tirênê leztir stirand, me xwe bi destên hevdu ve hêl kir, jiber ku deng bi tenê têrê nedikir, dengên me ne pir ji hevdu dûr bûn, hêşt ku meriv pê bihese ku wek hevdu dihatin bihîstin. Dema meriv dengê xwe tevlî dengê din dikirin, dibe wek ku meriv bi çengilekî masîyan bikeve.



-12-
    Û wisa me sitrand, daristan li pişta me, û bi çûndina dengên birêveçûna wan kesan ji guhên me. Yên mezin çavên wan li ser gund bûn, dayîkan textên xewê serast dikirin bo şevê.
     Hema dem gêştî bû. Min ew ramûsand, ewê hêrî nêzî min rawestiye, sisîyên din dest dirêj kirin, dest bi beza bi şûn de kirin, kesî bang li min nekir. Li ber baxçê yekem, dera ku ew nema dikarin min bibînin, min xwe daxist û bi şûn de bazda di şivîlê re ta daristanê. Armanca min bajarê başor bû, yê ku navê xwe li gund:
    "Heye miletek!, zanibe, ew ranakevin!"
    "Û çima na, lo?"
    "Jiber ku ew nawestin."
    "Û çima na, lo?"
    "Jiber ku ew hinekî pepûk in"
    "Ma pepûk qet nawestin?"
    "Çima gerek pepûk biwestin!".

 __________________________________________
Wergerandin ji danîmarkî, ji alîyê min ve.
Darakurdo, kopîkirina bêyî bi navkirina çavkanîyê qedexe ye.
Çavkanî: Kurte çîrok, Dommen og andre fortællinger, Franz Kafka, printed in Danmark 1998, Viborg. s.9.10.11.12.

الجمعة، 27 مايو 2016

Helbestvanek Min Dît


HELBESTVANEK MIN DÎT 
Li kolanê helbestvanek min dît
Ji lûsê ramana xwe direvî
Ji êşa xwe baz dida
Bi xas ketibû rê û diçû
Pênûsa xwe wek şûrekî hildida jor û direvî
Şûna gule û xençeran li ser rûyê wî bû
Cilên xwe diqetandin û diçû
Bi ser çepê dilê xwe de dikulî
Babelîska rûpelên zer, ji nivîsên wî bi dorê ketibû
Baz dida…
Radiwestî, ku hinekî bigirî
Baz dida
Radiwestî, ku hinekî biqêrî
Û birêveçûna xwe berdewam dikir.
Li kolanê helbesvanek min dît
Bi dîwanê xwe sond dixwer û digot:
Hawar, hawar…
marek ketiye lûsa ramana min”.
Li kolanê helbesvanek min dît
Nîv meriv mabû
Agir bi rû katibû
wek ocaxekî bûbû, rûpelan xwe yek û yek li ser dişewitîn
Li ser çepê dilê xwe dikulî
Welatek li pê xwe dixuşand û direvî.

Carekê

21-12-2015

,Bibe çav
bi te li deryê binêrim
,Bibe bêhn
bi te biskên te bêhnbikim
,Bibe dil
.bi te ji te hezbikim

"RÊYÊN VEKIRÎ"


Car car rêyên min qut bûne
Car car min rê şaş kirine, û ez li ser stûyê xwe vegerîme
Ez westî me li rêyan
Rûniştime ta bêhna min fereh buye
Li hin rêyan ez çûm û vegeriyam gellek caran bi rojê
...Bêjin min
Çima dema yar diçin, rê li pîşa wan qut nabin
Çima bi rêyek şaş de naçin, ku ew rê wan ji me dûr nexin
...Bêjin min
Çima yên diçin bi carekê, ew nawestin
Çima hinekî li nîvê rêyên çûndinê bêhna xwe fereh nakin
Car car kesan em li rêyan girtine, û gotine me wûn bi kur ve diçin
Zêr û zîv birine, û em li rê vegerandine
...Bêjin min
Çima kes li ser rêyên wan, yên ji yarên xwe diçin der nakevin
Çima dilê me ji wan nastînin
Çima kenê me ji ser lêvên wan danaweşînin
...Bêjin min
Car car we digote min, neçe, baran ê tê
We digote min, neçe, roj hênik bibe, germ e niha dunya
Car car ez çûm û li nîvên rê vegerîyam, baran barî
Çima tu nebarî baranê wexta ew diçû
Ey tirênê
Ey poşmanitîyê
.Carekê jî bila tu ji bo min be, ku ew vegeriya li rê


الأربعاء، 25 مايو 2016

Çar Helbest- Tove Ditlevsen


Ji helbestên nivîskara danîmarkî
“Tove Ditlevsen”
 (1, r. 16)

TENÊ JI BO MIN
Wa ronîyek dişewite li şevê
Ew dişewite tenê ji bo min
Û ez pif wê dikim, û ew dîsa gur dibe
Û ew gur dibe tenê ji bo min
Lê tu bêhna xwe bi hêdî dikşîne, tu ronîyê dikşîne
Ji nişka ve ew bêtirî ronîyekê dibe
Û kûr di sîngê min de dişewite_ tenê ne ji bo min
(2, r. 17)

BÊHNA MIRINÊ
Werin ew hemû ramanên baş
Yên qenc û paqij, ku ez ne bi tirs û bi tenê bim
(3, r. 40)

LEŞGERÊN ALMAN
Leşgerên alemên, yên westî ê diçin bajarekî xerîb
û roniya buharê li ser aniya wan
Ew li hevdu nanêrin
Westî, bê dilî, û bi fedî diçin ber ve têkçûnê li nîvê bajarekî xerîb
(4, r. 75)

JI BO YEKÎ
Dilekî ecêb e, çima têkçûn û seetê tîne bîra xwe
û her tiştî, wek çû ye
Tu digihîne hev ji bo bîranînê
yên bi toz û gewir bûne
ma te qet kêfxweşî dît wek ku te ew hêvî dikir
Kê ji serê vê sibê de mafê te înkar kiriye
û te bi bostan pîvandiye bi kêmasî
Li derve şev e, fereh û stêrkan ronî da ye
Ji wê dilî  hez dikim
ew yê ku qet besiv nedaye min
_______________________________
Wergerandin: Dara Kurdo
Çavkaniya korte helbestan(bi danîmarkî):Tove Ditlevsen, om mig selv, Gylendal, 2.oplag, 1975